Yapicioglu di salvegera şehadeta Îsmaîl Henîyye de peyamek belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta salvegera yekemîn a Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye peyamek manîdar parve kir.

Yapicioglu li ser hîsaba xwe ya Xê peyamê belav kir û di serê peyama xwe de gotina Îsmaîl Henîyye ku gotibû “Kelh ew ê nekevin, nikaribin bircan derbas bikin, wê nikaribin me ji îlkeyên me veqetînin û em ê îsraîlê nas nekin”

Yapicioglu di peyama xwe de weha got:

“Ez Îsmaîl Henîyyeyê ku di şehadeta sê kurê xwe û çar nevîyên xwe de metanete xwe xera nekiribû, dema ku ji bo şînê me hev dîtibû ew bi xwe me tesellî dikir; û digot, ‘Me ewladên xwe winda kir lê doza xwe winda nekirîye. Xwîn, şahidî herî sadiq ê zeferê ye’, ew însanê xweşik, kamil, mumin, sadiq, dost, serokê egîd ê berxwedana Filistînê, neferê Qudsê ku nahejike di salvegera şehadeta wî de bi rehmet, minnet û hirmet yad dikim. Rihê wî şad, mekanê wî cennet, meqamê wî jî alî be.

Projeya ku dibêje bila HAMASê bêçekbimîne û Xezze jî teslîmê îdarevanên hevkar bibe, ji doza Filistînê re îxanetekî zelal e û ew ê tu de serfiraz nebin. Çîmkî îradeya gelê Filistînê ne firotîye.

Ew ê wasîyeta Şehîd Serokwezîr Îsmaîl Henîyye, ‘Ev rê ne rêyekî hêsan e lê rêya heq e. Meşa xwe bidomînin. Tu dem paşve neçin’ wê li erdê nemîne. Bi îzna Xwedê heta ku zilm bidawî bibe, îşxal dawî bibe, Quds azad bibe wê micadele berdewam bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar