Yapicioglu: Divê Tirkîye ji ve şermê xelas bibe

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber munasebeta salvegera 44emîna derbeya 12ê Îlonê de peyamek weşand û got, “Ji ber ku Tirkiye hê jî bi Makeqanûna sala 1982an ku berhema derbeyê ye tê birêvebirin, ji bo desthilatdariya siyasî şermeke me

Yapiciogluyê ku li ser hesaba xwe ya medyayê ya platforma Xê bi etîketa #12Eylul parve kirinek kir, dîqetê kişand ser maqeqanûneke nû.

Yapiciogluyê ku balê kişand ser çêkirina makeqanûneke nû ku heqî û edaletê dixe navendê, bi nirxên bawerîya gel re lihev dike û van îfadeyan bikar anî:

“Îro ji ser Derbeya Faşîst a 1980an a 12 Îlonê ku bi destê Emerîka hatibû kirin 44 sal derbas bû. Ji ber ku Tirkiye hê jî bi Makeqanûna sala 1982an ku berhema derbeyê ye tê birêvebirin, ji bo desthilatdariya siyasî şermeke mezin û ji bo pêşeroja welatê me jî windahiyeke mezin e. Divê Tirkîyeyê ji ve şermê xelas bibe. Ma dema hazirkirina makeqanûneke nû nehatiye ku ew makeqanûn; dest nedeynê îrade ya nesla bê, ne tenê ji hêla şiklê ve, bixwe û bi rihê xwe sivîl û azadîxwaz bê, ji her cûre wesayet û zordayîna îdeolojîyên yek tîp hatibe paqijkirin, heq û edaletê dixe navendê, bi nirxên bawerîya gel re lihev dike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê