Yapicioglu ji bo Îdrîs Kaplan peyama sersaxîyê parve kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Serokê Navçeya Doganşehîr ê HUDA PARê Îdrîs Kaplan ku rehmet kir peyamek belav kir.

Serokê Navçeya Doganşehîr ê HUDA PARê Îdrîs Kaplan, ji ber penceşêra kezeba reş ev bû demekîye li nexweşxaneyê tedawîyê didît, doh jî di seatên nîvroyê de rehmet kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo serokê navçeya partîya wî Îdrîs Kaplan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir.

Yapicioglu, di peyama xwe de weha got, “Înna Lîllahî we înna îleyhî racîûn. Xeberên reş li pey hev têne. Ez wefata Serokê me yê Doganşehîrê Îdrîs Kaplan bi xemgînî hîn bûm. Em ê birayê xwe yê rehmetî Îdrîs Kaplan daîma bi girêdaybûna wî ya ji doza wî re, samîmîyet û xebata wî ya bi dil û can yad bikin. Ji rehmatî re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji malbata wî ya bikeder, hezkirîyên wî û hemû cemaeta me re sebr û sersaxîyê daxwaz dikim. Mekanê wî cennet be, meqamê wî alî be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar