Yekemîn nexweşxaneya dostê dayikan a sala 2026an Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûga Amedê ye

Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê, piştî nirxandinên di çarçoveya Bernameya Nexweşxaneyên Dostê Dayikan de, unvana 'Nexweşxaneya Dostê Dayikan' girt û bû yekemîn saziya tendurustiyê ya sala 2026an.

Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê ya ser bi Midûriyeta Tendurustiyê ya Parêzgeha Amedê, di encama nirxandinên Bernameya Nexweşxaneyên Dostê Dayikan de ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Tendurustiya Giştî ya Wezareta Tendurustiyê ve tê meşandin, mafê girtina unvana 'Nexweşxaneya Dostê Dayikan' bi dest xist. Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê bi vê serkeftinê, di sala 2026an de li seranserê Tirkiyeyê bû yekemîn saziya tendurustiyê ku vê unvanê digire.

Di kontrol û nirxandinên ku di çarçoveya bernameyê de hatin kirin de; gihîştina dayikên ducanî bo xizmetên tendurustiyê yên ewle û li ser bingeha nepeniyê (mahremiyet), piştgiriya jidayikbûna normal, sepanên ku tendurustiya dayik û zarokan dixe pêşiyê û pîvazên ewlehiya nexweşan bi berfirehî hatin destgirtin. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê hemû standart bi serkeftî bi cih anîne.

Rêveberiya nexweşxaneyê jî destnîşan kir ku ev unvan encama xebateke bi kom (ekîb) e û diyar kirin ku xizmetên ji bo tendurustiya dayik û zarokan dê bi heman hîsiyarî û baldarî berdewam bikin.

Tê payîn ku ev geşedan, baweriya dayikên ducanî yên li Çêrmûgê û navçeyên derdorê ya li hemberî xizmetên tendurustiyê zêdetir bike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin