Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê derheqê Xezzeyê de fetwa da: Cîhad li ser hemû Misilmanê ku îmkana wî heye ferz e

Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê derheqê Xezzeyê de fetwa da, hat îfadekirin ku bersivdayîna bi çek û leşkerî ya li hember îşxalê, li ser her Misilmanê alema Îslamê ferzekî ye.

Komîsyona Fetwa û Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê li berdewamkirina îşxal û êrîşên li ser Xezzeyê fetwayeke ku mesulîyeta dînî bibîrdixe da weşandin.

Serokê Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê Elî Qeredaxî, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî maddeyên fetwayê parve kir û di daxuyanîya wî de weha dihat nivîsandin:

“1- Cîhada li ser axên Filistînê yên li dijî îşxala sîyonîst, ji her Misilmanê ku qeweta wî heye re ferz e.

2- Bi lez û bez midexelekirina leşkerî ya li hember îşxalê yê welatên Erep û Îslamî mecbûrîyetekî dînî ye.

3- Rejima îşxalker a sîyonîst; bi hemû rêyên xwe wek bejahî, behr, hewa, rêyên avê, tendav û hewayên sehayê yên aîdê welatên Îslam-Erep jî di nav de divê bê dorpêçkirin.

4- Berxwedana Filistînê; divê di warê leşkerî, aborî, sîyasî û hiqûqî de bê piştgirîkirin. Ev, wecîbeyekî dînî ye.

5- Bi armanca parastina ummetê û sekinandana êrîşan, divê di navbera welatên Îslamê de tîfaqekî leşkerî bê sazkirin û ev jî bi acîlî bê kirin, sazkirina vê tîfîqakê jî mesulîyetekî dînî ye.

6- Hemû normalîyên bi rejima sîyonîst re heram e.

7- Temînkirina neft, xaz û çavkanîyên enerjî yên ji rejima îşxalker re heram e.

8- Hinek welatên Erep ên ku bi rejima îşxalker re peymanên aştîyê îmze kirine, divê wan biryarên xwe ji nû ve li ber çavan derbas bikin.

9- Ji bo destekdayîna ji gelê Xezzeyê re cîhada malî ferz e. Divê bi lez û bez derîyên sînoran bêne vekirin.

10- Civakên Misilman ên ku li Emrîkayê dijîn, zextê bidin li ser Trump û hikûmeta wî da ku êrîşan bide sekinandin û weedên xwe yên temînkirina aştîyê bicîhbîne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar