Kaja Kallas, piştî civîna Konseya YE ya li Brûkselê li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir.
Kallas weha got, “Me îro biryar da ku em ê mueyyîdeyên aborî ya ku li ser Sûrîyeyê tetbîq dikin rakin. Em dixwazin ku ji gelê Sûrîyeyê re di warê lêkirina welatekî nû, berfireh û aştîxwaz de bibin alîkar.”
Li gorî Kallas, “Yekîtîya Ewrûpayê di nav 14 salên dawîn de daîma li cem gelê Sûrîyeyê bûye û ew ê ev bihevrebûnê jî bidomîne.”
Di mehên dawîn a sala borî de komên muxalîf ên çekdar li dijî mewzîyên artêşa Sûrîyeyê tevgerekî mezin û berfireh dabûn destpêkirin û ketibûn Şamê, dûre hikûmet Şamê terk kiribû. Beşşar Esad ji wezîfeya xwe ya Serokatîya Dewleta Sûrîyeyê îstîfa kiribû û welatê terk kiribû. Serokê fiîlî ya Sûrîyeyê jî, serokê koma Heyet Tahrîr eş-Şamê Ahmed Şara bûbû.
Ye, ji sala 2011an vir ve li dijî Sûrîyeyê mueyyîdeyên aborî tetbîq dikir. (ÎLKHA)