Yemen dîmena ku li Behra Sor keştiyeke dixe parvekir

Hereketa Ensarullaha Yemenê dîmena ku keştiya "Chios Lion" a bi ala Lîberyayê ya ku neftê dibir rejima îşxalker, hat lêdan parve kir.

Ji bo tolhildana jenosîda rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê, Yemenê li Deryaya Sor û Kendava Adenê li dijî keştiyên barhilgirên îşxalkeran operasyonek li dar dixe.

Keştiya niftê ya "Chios Lion" a bi ala Lîberyayê ku hişyariyên rejîma îşxalker a ji bo ketina benderên wê binpê kiribû, bû hedefa hêzên çekdar ên Yemenê.

Yemen dîmenên kêliya lêxistina keştiya ku bi balafirên bêmirov û çekên curbecur hatiye hedefgirtin parve kir. Di dîmenên ku hatin parvekirin de tê dîtin ku keştiya lêxistî di nav agir de şewitî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin