Yemen: Me bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk Balafirgeha Lodê xist

Artêşa Yemenê ragihand ku bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk Balafirgeha Lod (Ben Gurion) a li herêma Yafayê ya ku ji teref sîyonîstan ve hatiye îşxalkirim, xistiye xwarê.

Hêzên Çekdar ên Yemenê wek bersivek li hember qirkirina ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve li Xezzeyê pêk hatiye, bi mûşekên balîstîk ên hîpersonîk êrîşeke berfireh li ser Balafirgeha Lod (Ben Gurion) dan destpêkirin. Operasyon li herêma Yafa ya îşxalkirî bi serkeftî gihîşt armanca xwe û seferên balafirgehê rawestiyan.

Di daxuyaniya fermî ya artêşa Yemenê de hat gotin ku ev gav piştgirî ji bo doza adil a gelê Filistînê û hişyariyek ji bo rawestandina dagirkeriya hovane ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bêdengiya li hember qirkirina li Xezzeyê ya berdewam şermeke mezin e ji bo Ummetê û tehdîdeke ji bo pêşerojê ye.

Yemenê ragihand ku operasyon dê berdewam bikin û şer dê berdewam bike heta ku hêzên îşxalker zilma xwe li Xezzeyê bi dawî bînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin