Yemenê, ÎHAya ji tîpa MQ-9 a Emrîkayê xist xwarê

Hêzên parastina hewayê ya Yemenê, li asîmanên Hudeydeyê ÎHAyeke ji tîpa MQ-9 a Emrîkayê bi fuzeyên netewî xist xwarê.

Ji êrîşên Emrîkaya îşxalker re ku li Yemenê dibin sedema xerabûnên mezin û şehîdbûna sîvîlan re ji Yemenê bersivek hat dayîn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Tevgera Yemenê ve hat belavkirin, sîstemên parastina hewayê ya welat li asîmanên Hudeydeyê ÎHAyeke ji tîpa MQ-9 a Emrîkayê bi fuzeyên netewî xist xwarê.

Ev bûyer, di nav 72 seatên dawîn de ÎHAya duyemîn e ku Yemenê dixwîne xwarê, di pêvajoya “Cîhada Pîroz û Fetha ku Hatîye Wedkirin” de ÎHAya 17emîn e ku tê îmhekirin.

Hêzên Çekdar ê Yemenê, diyar dikin ku ew ji bo serxwebûnîya welat û destekdayîna ji operasyonên Filistînê wê operasyonên xwe bidomînin, hat ragihandin ku heta êrîşên li dijî Xezzeyê jî neyên dawîkirin wê operasyon neqedin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno