Yemenê ji rejima îşxalker re fuzeyên balîstîkî avêt

Artêşa îşxalê, îddîa kir ku sîstemên wan ê parastina hewayê hinek fuzeyên balîstîkî yên ku ji alîyê Yemenê ve hatine avêtin îmhe kirine. Ji ber fuzeyan li hinek bajarên başûr elarm hatin lêxistin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref rejima sîyonîst a îşxalker ve hat belavkirin ve, fuzeyek ku ji alîyê Yemenê ve hatîye avêtin, berîya ku bighêje sehaya hewa ya rejima îşxalker hatîye îmhekirin. Piştî bûyerê li bajarên Bîrûssebî (Berşeva) û Dîmonayê sîrenên elarmê hatin lêxistin.

Ji Mijdara 2023yan vir ve Tevgera Ensarullahê, ji ber bûyerên ku li Xezzeyê pêk têne tim û tim ji axên îşxalkirî re fuzeyan û balafirên bêmirov ên hewayê dişîne.

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê Tûggeneral Yahya Serî, daxuyand ku ew ji baregeha hewa ya “Nevatîm”ê re fuzeya balîstîkî ya bi navê “Filistîn 2”yê şandine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar