Yemenê li Behra Ereban û Kendava Adenê li 3 keştiyan xistin

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan 2 keştî li Behra Ummanê û keştiyek jî li Kendava Adenê hedef girtine.

Yemen, got ku wan keştiya Emrîqayê (Maersk Sentosa) li Behra Erebî bi fuzeyên balîstîkî û fuzeyên ku baskên wan hene hedef girtine.

Yemen herwiha keştîya (Marthopolis) li Behra Erebî piştî binpêkirina biryara qedexekirina hatinûçûnê bo benderên îşxalkirî yên Filistînê, bi gelek balafirên bêînsan yê hewayê kirin hedef.

Yemenê diyar kir ku wan keştiya rejima îşxalker (MSC Patnaree) ya li Kendava Adenê bi hejmarek zêde balafirên bêmirov hedef girtin û da zanîn ku heta êrîşên rejîma îşxalker neyên sekinandin û li Xezzeyê dorpêç neyê rakirin dê operasyonên wan berdewam bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno