Yetîm-Dera Ewrûpa li Fîlîpînan ji kesên feqîr û mexdûr re alîkarî kir

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye li Fîlîpînan bi hezaran kesên ku ji ber erdhezan û bagerê mexdûr bûne re destê alîkarîyê dirêj kir.

Li Fîlîpînan berî vê çendakî bager û bahoz rabû û erdhezan pêk hat. Di encama bûyerên ku rû dan de bi hezaran kes mexdûr bûn û li derveyî mala xwe man. Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye li Fîlîpînan bi hezaran kesên ku ji ber erdhezan û bagerê mexdûr bûne re destê alîkarîyê dirêj kir û ji wan re alîkarîya erzaqê kir.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş  derbarê alîkarîya ku hatiye kirin de destnîşan kir ew bi saya wan alîkarîyên xêrxwazan ji kesên ku li Fîlîpînê ji ber bûyerên ku rû dane mexdûr bûne re alîkarî kirine û niha jî ji zêdetirî 70 hezar însanên Fîlîpînî ji ber bêderfetîyan di konan de hewil didin bijîn û ji alîkarîyê re mixtac in.

Her weke ku dê bê bîran di di bagera ku li Fîlîpînan rabû de lehî rabûbû û erdhezan çêbûbû. Di van bûyeran de zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 100 kesan jî winda bûbûn.

ÎLKHA







































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin