Lêkolînên rojane nîşan didin ku bi adeta xewa birêkûpêk û bi guhertinên hêsan ên di jiyanê de, hem gengaz e mirov li dijî bêxewiyê serkeftî bibe, hem jî dema mirov kêm razê jî di nava rojê de bêtir zindî bimîne.
Bêxewî vediguhere alarmeke tenduristiyê ya kurewî Lêkolînên zanistî yên ku salên dawî de hatine weşandin, derdixin holê ku bêxewî ne tenê pirsgirêkeke demkî ye, dikare bibe nûçegihana rîskên cidî yên tenduristiyê. Li gorî daneyên salên 2025 û 2026an, bêxewiya kronîk; bi paşketina fêhmê (kojnîtîf), pirsgirêkên baldarî û bîrê, heta bi nîşaneyên destpêkê yên nexweşiyên norolojîk ên wekî Alzheimerê re tê têkildarkirin. Pispor balê dikşînin ser wê yekê ku mejî di dema xewê de xwe nû dike û kurtkirina vê demê di demdirêjiyê de fonksiyonên mejî qels dike.
Şêwazê jiyana modern bêxewiyê gur dike Lêkolîn nîşan didin ku bi taybetî li bajarên mezin tempoya kar a giran, saetên jiyanê yên bêpergal û stres, bêxewiyê zêde dikin. Li Tirkiyeyê beşeke girîng a mezinan pirsgirêkên xewê yên kronîk dijîn û peyda nekirina hewcehiya xewê ya navînî ku 7–7,5 saet e, wekî pirsgirêkeke belav derdikeve pêş. Stres, fikar, bikaranîna ekranan û adetên xewê yên bêpergal jî di nav tetikkerên herî belav de ne.
Teknolojî carinan ne çareserî, lê dikare bibe pirsgirêk Lêkolînên nû derdixin holê ku sepan û amûrên ku şopandina xewê dikin, her gav ne bikêr in. Bi taybetî di kesên ku bêxewiyê dikşînin de, ev teknolojî fikarên derbarê xewê de zêde dikin û pirsgirêkê hîn kûrtir dikin. Pispor pêşniyar dikin ku ev celeb sepan bi zanebûn werin bikaranîn û dema pêwîst be werin sînorkirin.
Bêxewî ne tenê westandin e, rîskeke sîstemîk e Kêmasiya xewê ya demdirêj dikare bibe sedema encamên cidî yên wekî qelsbûna sîstema parastinê, têkçûna balansa hormonan û zêdebûna rîska qelewbûn (obezîte), diyabet û nexweşiyên dil. Her wiha bêxewiya ku li ser tenduristiya derûnî jî bandorker e, rîska depresyon û anksiyeteyê bilind dike û performansa jiyana rojane kêm dike.
Ji bo kesên bêxewiyê dikşînin pêşniyarên rojane û bibandor Pispor diyar dikin ku di têkoşîna li dijî bêxewiyê de rêbazên dervayî dermanan jî dikarin gelekî bibandor bin. Berî her tiştî, avakirina rûtîneke xewê ya birêkûpêk ku tê de her roj di heman saetan de razan û rabûn hebe, alîkariya hevsengkirina saeta biyolojîk dike. Kêmkirina bikaranîna ekranan berî razanê, sînorkirina vexwarina kafeînê û amadekirina hawirdoreke xewê ya tarî û bêdeng jî di nav pêşniyarên bingehîn de ne.
Rêveberiya stresê jî sernavekî din ê krîtîk e. Rêbazên wekî temrînên sivik ên di nava rojê de, teknîkên nefesê û medîtasyon dikarin derbasbûna xewê hêsan bikin. Her wiha pispor pêşniyar dikin ku heger bêxewî bibe kronîk, serî li rêbazên zanistî yên wekî terapiya reftarî ya naskerî (bîlişsel) were danîn.
Stratejiyên "zindîmanê" ji bo kesên kêm radizên Ji bo kesên ku nikarin bi têra xwe razên, çareseriyên demkurt jî di rojevê de ne. Di nava rojê de "power nap"ên kurt (razana 20–30 deqîqeyan), dîtina ronahiya rojê û liv û tevgera birêkûpêk dikarin asta enerjiyê bilind bikin. Xwarina hevseng û vexwarina avê jî di nav faktorên ku performansa zihnî piştgirî dikin de ne. Pispor her wiha bi bîr dixin ku divê hesta westandina berdewam neyê piştguhkirin û ev dikare bibe nîşaneya pirsgirêkeke tenduristiyê ya li binî.
Encam: Xew ne luks e, ferzeke biyolojîk e Daneyên rojane bi eşkereyî derdixin holê ku xew hewcehiyeke jiyanî ye ku nayê piştguhkirin. Li gorî pisporan xewa biqalîte û têrker; ne tenê bêhnvedan e, di heman demê de ji bo parastina tenduristiya mejî, dûrmana ji nexweşiyan û domandina kalîteya jiyanê hêmaneke bingehîn e.