Zarokê ku ji qeta 7emîn ket jiyana xwe ji dest da

Li Qosera Mêrdînê zarokê Sûrî yê 4 salî ji qeta 7emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Zarokê Sûrî yê bi navê Muhammed Alîyê li Taxa Tepebaşiya Qosera Mêrdînê dijîya ji qeta 7emîn ket xwarê. Muhammedê ku ji qeta 7emîn ket jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bûyer doh êvarî di seat 19.30an de pêk hat. Hat diyarkirin Muhammed el-Alîyê 4 salî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji qeta 7emîn ket xwarê û giran birîndar bû.

Muhammedê ku giran birîndar  bû hat rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe