Zarokê ku li Şemrexê di wesayîtê de rewşa wî xirab bû û jiyana xwe ji dest da hat veşartin

Muhammed Aras Temel ê 4 salî ku li Şemrexê di germê de li otomobîla deriyê wê vekirî siwar bibû û piştî ku xewa wî hatibû nexweş ketibû û li nexweşxaneya hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, li gundê Kufragê ya ser bi navçeyê ve qewimî.

Li gorî îddîayan, Muhammed Aras Temel ê ku siwarî otomobîla malbata xwe ya ku deriyê wê vekirî bibû, piştî demekê di nav de razabû.

Malbata wî ya ku ferq kir Muhammed Aras di bin rojê de demeke dirêj di wesayîtê de maye, dît ku zarokê wan nexweş ketiye û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê (Mazîdaxê)

Zarokê piçûk ê ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat diyarkirin ku krîza hevaleyê derbas kiriye, ji vir hat sewqkirin ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê re. Muhammed Aras ê ku hatibû girtin bin tedawiyê, tevî hemû hewldanên doktoran jî duhî jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Muhammed Aras Temel, piştî karûbarên otopsiyê yên li nexweşxaneyê ji aliyê malbata wî ve hat teslîmgirtin û anîn gundê Kufragê.

Muhammed Aras, li cem dapîra xwe Habibe Temel a ku berî çend mehan bi malbata xwe re çûbû ziyareta mezelê wê û li wir wêne kişandibû, di nava hêsran de rewanî rêwîtiya xwe ya dawî hat kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Domanê 4 serrî halê ey nêweş biyo û merdo
Bi mehan e li benda çêkirinê ye
Li Kayapinarê çalakiyek li dar xist
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.375 kesan
Doza me ew e ku heq û edalet li ser rûyê erdê serdest bibe