Zêdebûna leşkerî ya Misrê, rejîma sîyonîstan aciz kir

Hat diyarkirin ku çalakiyên leşkerî yên Misrê li Nîvgirava Sînayê, projeyên binesaziya leşkerî li herêmê, zêdebûna hejmara leşkeran û şandina alavên giran, rejîma sîyonîst aciz kir.

Bi sedema çalakiyên leşkerî yên Misrê li nîvgirava Sînayê, di navbera Qahîre û rejîma sîyonîst de nakokiyên dîplomatîk hene.

Rejîma sîyonîst ji zêdebûna leşkeran û bicihkirina alavên giran li navçê dilgiran e. Li aliyê din Misir vê rewşê weke destwerdaneke eşkere ya li ser serweriya xwe dinirxîne.

Di demekê de ku rejîma sîyonîst projeyên binesaziya leşkerî û tevgera leşkerî ya Misrê li Sînayê "ne pêwîst û nîgeran" dibîne, Qahîre bi tundî van rexneyan red dike.

Hikûmeta Misirê tekezî li ser wê yekê dike ku ev pêngav ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê li Xezayê pêwîst in û hewleke rewa ye ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misrê. Di teblîxên fermî yên ku ji Emrîkayê re hatin şandin de, hat diyarkirin ku dê kelehên leşkerî yên li Bakur û Navenda Sînayê bên zêdekirin. Hat diyarkirin ku hinek proje hatine destpêkirin û hinek jî di asta plansaziyê de ne.

Çavkaniyên Karên Derve yên Misirê diyar kirin ku aloziya heyî dê sînorên dîplomatîk derbas neke û peymana aştiyê niha ne di talûkeyê de ye. Ligel vê yekê Qahîre dilgiran e ku Filistînî ji ber birçîbûn û rêgirtina li ber alîkariyên ku ji hêla rêjîma sîyonîst li Xezzeyê ve têne sepandin, neçar dibin ku sînoran derbas bikin.

Ger ev senaryo pêk were, ji bo ku Misir çawa bersivê bide, amadekariyên berfireh têne kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar