Zêdetirî 16 jezar zarok li Xezzeyê hatine kuştin: "Nifşek tê tunekirin"

Êrîşên hovane yên sîyonîstên îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin û ziyanek mezin didin zarokan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên dagirkeriyê de 16 hezar û 503 zarok şehîd bûne.

Agahiyên ku ji teref wezaretê ve hatine parvekirin, belavbûna emrên zarokên şehîd jî dihewîne. Li gorî vê, di êrîşên îşxalê de 916 pitik (0-1 salî), 4 hezar û 365 zarokên di navbera 1-5 salî de, 6 hezar û 101 zarokên di navbera 6-12 salî de, û 5 hezar û 124 zarokên di navbera 13-17 salî de canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê tekez kir ku ev hejmar ne tenê hejmar in, lê felaketeke mezin a mirovî û sûcên şer ên li dijî sivîlan hatine kirin temsîl dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev hejmarên tirsnak asta karesata mirovî û kûrahiya sûcê ku li ser nifşekî hatiye kirin nîşan didin ku divê mafê parastin, lênêrîn û perwerdeyê jî hebe. Gerek ev nifş bi roket û topên tankan nehatiba hedefgirtin."

Wezaretê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mirovî kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî bi cih bînin, tedbîrên lezgîn bigirin da ku êrîşkariyê rawestînin û serokên îşxalker ji ber tawanên wan ên li dijî zarok û sîvîlên bêparastin hesab bipirsin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar