Zêdeyî 850 ajokarên kamyonan ên li Îranê asê mane li benda alîkariyê ne

Bi sedan ajokarên kamyonên ku ji Tirkiyeyê diçûn Îranê li Deriyê Sînor ê Gurbulakê asê man. Ajokaran bang li rayedaran kirin û diyar kirin ku ev 5 roj in bê av û nan di destê Îranê de êsîr hatine girtin.

Zêdetirî 850 kamyonên ku karê bazirganî û veguhestina navneteweyî dikin, nahêlin ji sînorê Îranê derbasî Tirkiyê bibin.

Ajokarên kamyonan ên ku xwe gihandin muxabîrê ÎLKHAyê diyar kirin ku ew ji teref Îranê ve 5 roj in li Deriyê Sînor ê Gurbulakê di bin serma, birçî û tî de mane.

30 şofêrên ku ji Wanê diçûn Îranê, bal kişandin ser zehmetiyên ku hatine jiyîn û ji rayedaran alîkarî xwestin û gotin, “Pasaport û destûra derketina me desteser kirin. Li Îranê nêzî 850 wesayît asê mane. Wesayîtên Îranê derbas dibin, lê nahêlin wesayîtên Tirkîyeyê derbas bibin. Li vir em di hewaya sar de, birçî û tî di wesayîtan de radizên. Ji bo Xwedê, dengê me bibihîzin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin