Zelenskî: Li Kurskê rewş gelek xerab e

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy, destnîşan kir ku li herêma Kurskê rewşa cepheyê gelek xerab e.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy, derheqê êrîşa artêşa Rusyayê ya li dijî hêzên çekdar ên Ukraynayê ya li herêma Kurskê de daxuyand, “Wisa xuya dike ku li Kurskê rewş gelek xerab e.”

Zelenskîy, destnîşan kir ku armanca ketina artêşê ya di sala 2024an de ji herêmê re, astengkirina êrîşên Rus ên li dijî herêmên Xarkîv û Sumî bû.

Zelenskîy, îfade kir ku ew bi vêya armanc dikirin ku ew ê Rûsya ji bo parastinê leşkerên xwe yên li Ukraynayê vekişîne, “Armanca operasyona Kurskê, dûrxistina yekîneyên Rûs ên ji Pokrovsk, Xarkîv û Sumîyê bû. Ez wisa difikirim ku wezîfe hatîye bicîhanîtin.”

Volodîmîr Zelenskîy, weha axivî, “Ez wisa difikirim ku (Operasyona Kurskê) serfiraz bûye. Rewşa li herêma Pokrovskê êdî gihaştîye îstîqrarê û (Rûs) cardin firsedê nebînin ku Pokrovskê îşxal bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin