Zilamekî ji ber êrîşa kûçikên beredayî canê xwe ji dest da

Li Taxa Sariz a Qeyserîyê ji teref kûçikên bêxwedî ve êrîş li Mustafa O. yê 72 salî hat. Mustafa O. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Bûyer di saetên sibehê de li gundê Gumuşali yê navçeya Sariz a Qeyserîyê pêk hat. Mustafa O. yê 72 salî di erdek vala de rastî êrîşa kûçikan hat û canê xwe ji dest da.

Welatîyên ku hatin cîhê bûyerê di rakirina kûçikan de bi traktoran zehmetî kişandin. Piştî îxbarê ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku zilamê îxtiyar li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye. Piştî lêkolînê cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sarizê.

Şêniyên taxê diyar kirin ku ev demeke dirêj e li herêmê pirsgirêka kûçikên bêxwedî dijîn û li benda çareseriyê ne. Li gel ku piştî bûyerê gund gelekî xemgîn bû, tedbîrên ku dê li dijî kûçikên beredayî bên girtin dîsa hatin rojevê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê