Zirarê didin erdên zireatê jî

Siyonistên îşxalker û terorîst, çawa însanan dikujin û zirarê didin wan, bi vî şeklî zirarê didin tebîet û erdên çandiniyê. Hat eşkere kirin ku ji ber êrîşên siyonîstan gelek erdên çandiniyê zirar dîtiye.

Ev bû 79 roj ku rejîma teror û îşxalê êrîşê dibe li ser Xazzê… Siyonist di van êrîş û qetlîamên xwe de bes însanan qetil nakin û avahîyan xera nakin; bi heman awayî zirarê didin tebîat û erdên zireatê jî.

Buroya Îstatîstîkê yê Navendî ya Filistînê derbarê zirara ku siyonistên terorîst bi qesdî didin erdên zireatê de daxuyanîyek belav kir.

Li gorî agahîyên ku ji teref Buroya Îstatîstîkê yê Navendî ya Filistînê ve hatine belavkirin û li gorî qeydên stalaytê yên ku hatine bidestxistin siyonist li Xazzê erdên zireatê tarûmar kirine.

Li gorî rapora buroya Îstatîstîkê yê Navendî ya filistînê li Xeta Xazzê ji sedî 18ê erdên zireatê yên li Xazzê ji teref siyonistan ve bi qesdî hatin hedefgirtin.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ev zirar û ziyan li li bakurê Xazzê ji sedî 39, û li navenda wê jî ji sedî 27 e.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno