Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir

Îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê hat tertîpkirin.

Zîrwe bi beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê dest pê kir.

Barzanî di merasîma ku hat lidarxistin de axavtinek kir. Barzanî di destpêja axavtina xwe silav da heyeta Qraltîya Urdunê û mêvanên din ên ku hatibûn û wiha got “Ez teşekkurên xwe ji bo wan kesên ku keda wan di vê merasîmê de heye re tînim zimên û ji bo wan serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku ev yek ji bo pêşveçûna Perwerdehîya Bilind a Herêma Kurdistanê. Em koordînasyon û hevkarîya li qadên curbecur ên Qraltîya Urdunê teqdîr dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir