100 Kurdên ku di Enfala Barzanîyan de hatibûn qetilkirin li Kurdistanê hatin definkirin

100 Kurdên ku di Enfala Barzanîyan de hatibûn qetilkirin li Kurdistanê hatin definkirin

Cesedê 100 Kurdên ku di Enfala Barzanîyan de hatibûn qetilkirin li Herêma Kurdistanê hatin definkirin.

Hat ragihandin cesedê 100 Kurdên ku di Enfala Barzanîyan de bi şikleke komî hatibûn qetilkirin hatin anîn Kurdistanê û li herêma Barzan hatin definkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama xebatên ku 14 rojan li Çola Arara li wîlayeta Musennaya Iraqê hat kirin de cesedê 100 Kurdên ku ji teref rejîma Baas ve di pêvajoya Enfala Barzanîyan de hatibûn revandin û dûre jî hatibûn qetilkirin hat dîtin.

Hestîyên 100 Kurdên ku hatibûn qetilkirin di 30 Tîrmehê de hatin anîn Herêma Kurdistanê û îro bi merasîmeke fermî li Qebristana Enfalê ya li Barzanê hatin definkirin.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.