
1,5 milyon mirov berê xwe dan Erefayê
Nêzê 1,5 milyon hecîyên ku hatine Mekkeyê, berê xwe dan Erefayê. Rayedarên Siûdî, daxuyandin ku li hember germahîya zêde bi 250 hezar personel û ji 400î zêdetir unîteyên sarkirinê tedbîrên xwe girtine.
Hecîyan ji Sekina Erefayê ku riknê herî muhîm a îbadeta hecê ye, vê sibeha ku nehê Zîlhîcceyê ye çûn Erefayê.
Hecîyên ku şeva xwe li Mînayê derbas kirin, di seatên serê sibehê de ji bona ku bighêjin Erefayê tevgerîyan.
Erefa, nêzê 15 kîlometre dûrê Mînayê ye. Hecîyên ku gihaştin li vê derê heta ku roj here ava ew ê li vê derê bisekinin, dûre jî biçin Muzdelîfeya ku 9 kîlometre dûrê Erefayê ye.
Li gorî Wezîrê Çapemenîyê ya Erebistana Siûdî Selman ed-Dosarî, îsal 1,5 milyon hecî gihaştin axên pîroz. Sala borî jî hejmarê hecîyan 1 milyon û 833 hezar û 164 hatibû daxuyandin.
Rayedarên Siûdî, diyar kirin ji bona ku îbadeta hecê bi bêpirsgirêkî derbas bibe 250 hezar personel û ji 40î zêdetir sazîya raya giştî di nav koordînasyonê de dixebitin.
Di çarçoveya tedbîrên germahîyê de 50 kîlometrekare cîhê sîyê hat çêkirin. Xeyn ji vêya ew ê ekîbên tenduristîyê jî di sehayê de bin, ji 400î zêdetir unîteyên sarkirinê jî hatin kirin xizmetê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.