
2 balafirên bêmirov li Silêmaniyê hatin xistin
Li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê di saetên êvarê de du balafirên bêmirov hatin xistin xwarê.
Çavkanîyên herêma Kurdistanê îfade kirin ku li herêma Taslujaya Silêmanî di saetên êvarê de du balafirên bê însan yê hewayê hatine xistin.
Di bûyerê de candayîn û birîndarbûn pêk nehat, derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Yekîneya 70emîn a ku girêdayê hêzên Peşmergeyê ne ve hat belavkirin de, hat îfadekirin yek ji balafirên bêmirov ketine ji Taxa Taslujayê re ketîye, yê dinê jî îsabetê nêzê baregeha yekîneyê kirîye. Drona ku ketîye nav cîhên sîvîlan bû sedema tirsê.
Berdevkê yekîneyê Ahmed Latîf, ragihand ku balafirên bêmirov yek jê ket nav herêma jîngehan yê dinê jî li herêma baregehê ketîye. Di herdu bûyeran de jî mirî an jî birîndar çênebûn.
Di dîmenên ku hatin parvekirin de tê dîtin ku di ketina wesayîtan de dengekî bilind derketîye.
Ji bona ku were tespîtkirin balafirên bêmirov aîdê kêne tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.