2 karkerên ku li Enqereyê ji asansora înşeatê ketin xwarê canê xwe ji dest dan

2 karkerên ku li Enqereyê ji asansora înşeatê ketin xwarê canê xwe ji dest dan

2 karkerên ku li Mamaka Enqereyê di qata 12emîn a înşeatekî de dixebitîyan, ji ber ku asansora bar parçe bû û ket xwarê canê xwe ji dest dan.

Di bûyera ku di seatên serê sibehê de li Taxa Egeyê pêk hat de, asansorekî ji înşeata 15 qatî ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji ortê bû du parçe.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Li gorî lêkolînên ewil hat tespîtkirin ku 2 karker ên ku di qata 12emîn de dixebitîyan, ji ber ku asansor parçe bûye ketine xwarê û canê xwe ji dest dane.

Piştî bûyerê ekîbên şaredarîyê înşeatê dan sekinandin û li herêmê ewlehîyeke mezin girtin.

Xebatên ekîban li herêma hêna jî berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.