Abdullah Denîz di salvegera 11emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin

Abdullah Denîz di salvegera 11emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin

Abdullah Denîz ku di 27ê Kanûna 2014an de li navçeya Cizîra Şirnexê di êrîşa PKKê de şehîd ketibû, di salvegera 11emîn a şehadeta xwe de ji teref malbat û hevalên wî ve hat yadkirin.

Di êrîşa PKKê ku di 27ê Kanûna 2014an de li Cizîrê li ser gelê Misilmanan bi çekên giran û mezin teşebûsa îmhekirina komî kiribû de Abdullah Denîz şehîd bûbû, 35 kes jî birîndar bûbûn.

Şehîd Abdullah Denîz, di salvegera şehadeta xwe de ji teref hezkirîyên wî ve li ser gora xwe hat yadkirin.

Bername digel baranê bi beşdarbûna bidehan mirovan hat tertîpkirin, û Quran hatin xwendin.

Ji bernameyê re Serokê Bajarê Şirnexê yê HUDA PARê Emcet Yalçin, Serokê Navçeya Şirnexê Reşît Gozungul, endamên partîyê, malbat û xizmên Şehîd Abdullah Denîz beşdarî bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.