Agirê ku li qadeke daristanî ya li Farqînê derketibû hat vemirandin
Şewata ku li qadeke daristanî ya navçeya Farqînê ya Dîyarbekirê derketibû hat vemirandin.
Duh êvarê li deverek daristanî ya li gundê Xapa ya navçeyê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn agir derket. Piştî agahdarkirinê, tîmên Rêveberiya Daristanên Dîyarbekirê û agirkujiyan sewqî herêmê kirin. Şewat di nîvê şevê de hate kontrolkirin û vemirandin.
Li herêmê xebatên sarkirinê didomin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.