Ajokarê kamyona ku li Nisêbînê wergeriya û agir pê ket mir
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, dema ku kamyoneke komirê barkirî wergeriya û agir pê ket, ajokar Mehmet Çiftçî bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest da.
Qeza li dora saet 9:00ê êvarê li ser Rêya Îpekê ya Navneteweyî li ber gundê Odabaşi qewimî.
Li gorî agahiyan, kamyoneke bi plakaya 61 K 12993 a komir barkirî, ku ji hêla Mehmet Çiftçi yê 50 salî ve dihat ajotin, piştî ku ajokar kontrola xwe winda kir, wergeriya. Piştî wergerandinê wesayît agir pê ket.
Piştî agahdarkirinê, tîmên paramedik, agirkuj û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Agirkujan agir vemirandin û ew xistin bin kontrolê. Lêbelê, ajokar, ku di nav kamyonê de asê mabû, ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da.
Piştî muayeneyê, cenazeyê Mehmet Çiftçi birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Kamyona ku ji ber agir bûbû girek hesin, bi vîncê ji cihê bûyerê hate derxistin.
Li ser qezayê lêpirsînek hate destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.