Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam: Meseleya Kurd divê bes ji şibaka ewlehîyê neyê nirxandin
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” de axivî û got, “Meseleya Kurd bes ne tenê mesleya Tirkîyeyê ye. Ev meseleyeke ku hem cîranên me yên nêz û hem jî dûr rasterast eleqe dike."
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve li Wanê tê tertîpkirin axavtina silavdayînê kir.
Saglam, bibîrxist ku nêzê 13 sal berê ew beşa dawîn a bernameya partîya xwe bi van gotinan dawî kirine: “Doza me; Azadî ye, edalet e, heqqanîyet e, dawîbûna zilmê ye, hizûr e, aştî ye, hevnaskirina însanan e, biratî ye…
Armanca me bes ev e. Bi hemû hebûna xwe em ji bo vêya micadele dikin. Em bi vê xîreta xwe dixwazin ku biçin hizûra Xwedê.
Micadeleya me hemî ev e.”
“Aqlê selîm, ew ê me bibe hewcedarîya bikaranîtina hiqûqa biratîyê”
Saglam destnîşan kir ku ew îro jî wek sêzdeh sal berê ku di rêya lêgerîna hizûr, edalet û biratîyê de dest pê kiribû wek kelecan û birayardarîya wî roja ewil hatine cem hev, “Ev fikra komxebatê ne fikreke nû ye. Ev rawestgehekî lêgerîna me ya çareserîyê ye ku bi salan e heye. Lewre heta ku axavtin û nîqaşkirina meseleya Kurd wek meseleyek pirsgirêkê, ew ê lêgerînên me yê edalet, hizûr û biratîyê jî berdewam bike. Em ê îro li vê derê pirsgirêkên xwe yên kronîk biaxivin. Heta ku em biaxivin wê hev jî gohdar bikin. Dema ku em hev gohdar bikin em ê hev fêhm jî bikin. Dema ku em hev fêhm bikin, bi îzna Xwedê, ew ê derîyên nû ji bo çareserîyê vebibin. Dema ku em îradeya qebûlkirina pirsgirêkên xwe, çareserkirina lihevkirinê nîşan bidin ew ê wê aqlê selimê jî me bibe tiştên ku ji bo hiqûqa biratîyê lazim e bê kirine.”
“Her heqîqeta ku di vê eywanê de were gotin, bi îzna Xwedê ew ê ji derdên me re bibe şîfa, ji dilê me re bibe hêvî”
Îshak Saglam îfade kir ku çîmkî ew dizanin ku rêyên dinê ji gel re xwîn, rondik, sefalet, kîn û nefredê tîne, “Me bedelên giran da ku vêya tecrûbe kirîye. Îro em ê li vê derê bi tevî sîyasetvanên xwe, alema me ya akademîyê, fikirvan û nivîskarên xwe re derd û endîşeyên xwe biaxivin, pêşnîyarên xwe yên çareserîyê deynin ser maseyê. Em ê nîşan bidin ku em ji vê pirsgirêka mezin a ku sed sale gelê me pê re rûbirû ye re bêhestyar nînin, û ji dîrokê re wek notekî binivisînin. Em wisa bawer dikin ku; xebatên ewakî yên ku bi îxlas û samîmîyetê tê kirin wê bêbersiv nemîne. Her heqîqeta ku di vê eywanê de were gotin, bi îzna Xwedê ew ê ji derdên me re bibe şîfa, ji dilê me re bibe hêvî”
“Meseleya Kurd bes ne tenê meseleya Tirkîyeyê ye”
Saglam herî dawîn weha got:
“Meseleya Kurd bes ne tenê meseleya Tirkîyeyê ye. Ev meseleyeke ku hem cîranên me yên nêz û hem jî dûr rasterast eleqe dike.
Nirxandina vê meseleyê ya di warê tenê şibaka ewlehîyê de, tê vê maneyê ku rêyên hemû çareserîyên ji serî ve têne girtin.
Divê em ji perspektîfa bicihkirina mafên mirovan, edaletê û nebûna qanûna biratiyê nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Bi dîtina me, ev rêya çareseriyeke mayînde ye.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.