Alîkarê Serokê Giştîyê HUDA PARê Faruk Dînç: Li ber xwendekarên ku dixwazin zimanê xwe yên dayîkê hîn bibin astengî heye
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê da de derheqê tedbîrên li dijî alkolê, tayînkirinên mamosteyan û kêmasîya mamosteyên Kurmancî û Zazakî de nirxandinan kir.
Faruk Dînç di daxuyanîya xwe de îfade kir ku divê çawa ku bi tiryakê re micadele tê kirin û bila bi araqê re jî micadele bê kirin, ji ber vê yekê divê tedbîrên ciddî bêne girtin.
Dînç îfade kir, “Xûşk û birayên me li ber çavên me canê xwe bi girêdaybûn û mibtelabûna araqê re ji dest didin, em ê ji vêya îzîn nedin.”
“Li ber perwerdehîya zimanê dayîkê astengî hene”
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç destnîşan kir ku digel eleqenîşandayîna ji dersên Kurmancî û Zazakî re tayînên ku têne kirin hindikin û qîm nakin, “Îsal 32 hezar xwendekarên me zimanên xwe yên dayîkê Kurmancî û Zazakî bijartin. 32 hezar xwendekarên me dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartin lê tenê 5 mamoste ji Kurmancî re mamosteyekî jî ji Zazakî re hat tayînkirin. Ev jî ji bo xwendekarên ku dixwazin zimanê xwe yên dayîkê hîn bibin astengîyek e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.