Alîkarîya duyemîn a DXB gihaşt Rojavayê Kurdistanê

Alîkarîya duyemîn a DXB gihaşt Rojavayê Kurdistanê

Qonwoya duyemîn a ku ji teref Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatibû amadekirin û tê de 620 çadir, 16 hezar betanî û tiştên dinê hene gihaşt Cîndirêsa Efrînê.

Temsîlkarê Xelq yê Efrînê Ahmed Hasan ragihand, “Hilbwerînên ku DXB ji me re şîyand û tê de çadir betanî, xwarin, lazimatîyên zarokan û derman hene, tiştên ku lazimatîya me ji wan hebûn in. Ev alîkarîyan ji bona Efrînê, Cîndirêsê û gundên wê gelek muhîm bûn.”

Yusuf di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re ji bona ku li alîyê me ye û alîkarîyê şîyandîye sipasîyan dikin. Ew bi hemû alîkarîyên xwe hatin û ji her însanên neteweyî re alîkarîyê kirin. Alîkarîya psîkolojîk kirin, alîkarîya tibbî kirin û hema hema hemû tiştan anîtin.”

Tê plankirin ku DXB alîkarîyên xwe yên li Efrîn û Cîndirêsê bidomîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.