Amadekariyên mîtînga Mewlûda Nebî li bajarê Dîyarbekirê dest pê kirin

Amadekariyên mîtînga Mewlûda Nebî li bajarê Dîyarbekirê dest pê kirin

Li Dîyarbekirê, pankartên ragihandinê yên mîtînga Mewlûda Nebî ku dê roja Yekşemê 19ê Nîsanê li Parka Newrozê ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve were lidarxistin, dest bi daliqandina wan kirin.

Weqfa Evîndarên Pêxember dê roja Yekşemê 19ê Nîsanê, saet 13:30an de li Parqa Newrozê ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê çalakiyek bi navê Mewlûda Nebî bi mijara "Rêberê me yê Wehdet û Xelasîyê, Hezretî Muhammed" li dar bixe.

Pankartên ku mîtînga Mewlûda Nebî ya ku dê dawiya vê hefteyê li Dîyarbekirê were lidarxistin radigihînin, li deverên cûrbecûr ên bajêr dest bi daliqandinê kirin.

Wekî salên berê, amadekariyên ji bo ragihandina mîtînga Mewlûda Nebî, ku îsal bi mijarek cûda dê li 17 navçeyan, bi giranî li navçeyên navendî yên Rezan, Kayapınar, Yenişehir û Surê were lidarxistin, dest pê kirine.

Hezkiriyên Hezretî Pêxember li navçeyên navendî heta derengiya şevê dixebitin û li ser gelek çarrê, ser rêyên derbasbûnê, navend û dîwarên bajêr pankartên bi ziman û zaravayên Tirkî, Kurdî û Zazakî daliqandin.

Tê diyarkirin ku heta roja destpêkirina çalakiyê, ji bo temamkirina amadekariyên plankirî xebat dê berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.