Amnesty: Fîloya Piştgirîya Kûrewî ya ku ber bi Xezzeyê ve birê ket peyamek xurt da
Rêxistina Efû ya Navneteweyî bal kişand ku “Fîloya Piştgirîya Kûrewî” bi gelê Xezzeyê re nîşana piştgirîyekî biqewet e û ji rejima sîyonîst re jî banga astengnekirina fîloya însanî kir.
Rêxistina Efû ya Navneteweyî ragihand ku, “Fîloya Piştevaniya Kûrewî ya ji bo Xezzeyê derketiye rê peyamek gelekî bi hêzdar û qewet e. Em bang li rejîma sîyonist dikin ku bila vê fîloyê asteng nekin.”
Rêxistina Efû ya Navneteweyî destnîşan kir ku Fîloya Piştevaniya Kûrewî ya ji bo Xezzeyê ya ku dûçarê dorpêç û qirkirinê bûne piştevanîyê bidê derketiye rê peyamek muhîm hildigre.
Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku hewceye rejîma sîyonîst di nav aşîtiyê û ewlehiyê de îznê bide fîloyê.
Fîloya ku ji 20 keştiyan pêk tê roja yekşembê ji Spanyayê, ji bo korîdora însanî li ezzeyê vebike û qirkirina li ser xelkê Filistînê dewam dike bide sekinandin derketibû rê. Tê texmînkirin ku filo di orta meha Îlonê de bigêhêje Xezzeyê.
Berîya niha bi rêya behra ji Xezzeyê re hewlên alîkariyê hatibû kirin lê ji teref rejîma îşxalker ve hatibû asteng kirin.
Neteweyên Yekbûyî li Xezzeyê xelayê îlan kiribû û ragihandibû ku 500 hezar kes bi talûkeya xelayê re rûbirû ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.