B.T. ya ku di qezaya li Dîyarbekirê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
B.T. ya ku di qezaya trafîkê ya otomobîlekê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kir.
Bircan T. (46), yek ji sê kesên ku di otomobîleke ku li Dîyarbekirê li ser rê ket û agir pê ket de birîndar bûn, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin nehat xilaskirin. Qeza şeva 14ê Îlonê li ser rêya Dîyarbekir-Farqînê qewimî. Ajokar kontrola otomobîlê winda kir, otomobîl li ser rê ket û agir pê ket.
Tîmên tenduristiyê yên acîl, agirkujiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve zû hate vemirandin. Sê kesên di otomobîlê de li deverên cûda yên laşê xwe şewitîn. Birîndar ji aliyê paramedikan ve rakirin nexweşxaneyê. Bircan T. ku ji sedî 80ê laşê xwe şewitîbû, di 2yê Cotmehê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kir. Cenaze piştî otopsiyê li Saziya Tiba Edlî li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Bağlarê hate veşartin.
Lêpirsîn berdewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.