Ba û barana li Xezzeyê felaketa însanî kurtir dike
Şerîda Xezzeyê ya ku di bin êrîş û bombeyên rejima sîyonîst de ye, bi şert û mercên hewaya xerab jî micadeleya jîyanê dide, û bi ba û barana tund û dijwar bi felaketeke însanî re rûbirû ye.
Ba û barana dijwar, bi taybetî Filistînîyên ku ji cîh û warên xwe bûne bi xerabî tesîrdar dike.
Li gorî diyarîyên ewil ji ber bahoza ku li Xezzeyê tesîrdar bûye 5 Filistînî şehîd bûn, di çadiran de jî zerarên mezin pêk hatin.
Ofîsa Medyaya Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku ji destpêka demsala zivistanê vir ve ji ber sermaya dijwar heta niha 7 kesan canê xwe ji dest dane, ji Cotmeha 2023yan vir ve jî 21 jê zarok tev de 24 kesan ji ber sermayê şehîd ketine.
Îdareya Parastina Sîvîl a Xezzeyê jî diyar kir ku avahîyek ji ber ba û baranê hilweşîya û 4 Filistînî şehîd bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku li Xezzeyê zilamekî îxtîyar, Ji ber ku kavil li ser serê wî ketine şehîd ketîye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.