Balafira îtfaîyeyê ya Tirkiyê li Xirwatistanê ket xwarê û pîlot mir

Balafira îtfaîyeyê ya Tirkiyê li Xirwatistanê ket xwarê û pîlot mir

Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ragihand ku bermahiyên balafira îtfaîyeyê ya ku li nêzî bajarê Senj ê Xirwatistanê ket xwarê hatine dîtin û balafirvanek canê xwe ji dest daye.

Wezîr Yumakli, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Kavilên balafira me ya îtfaîyeyê ya aîdî Midûriyeta Giştî ya Daristanan a me, ku têkiliya wê ya radyoyê li Xirwatistanê qut bûbû, li nêzî bajarê Senj ê Xirwatistanê hatin dîtin."

Yumakli, diyar kir ku balafirfanek canê xwe ji dest daye û wiha got:

Ez ji bo balafirvanê me yê ku di qezayê de şehîd bû, ji Xwedê rehmetê dixwazim û ji bo malbat û hezkiriyên wî sersaxî û sebirê dixwazim.

Sersaxiyê ji rêxistina me ya daristanan û miletê me yê ezîz re dixwazim."

Wezareta Çandinî û Daristanan jî li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku du balafirên îtfaîyeyê yên AT802 yên girêdayî Rêveberiya Giştî ya Daristanan roja Çarşemê 12ê Mijdarê saet di 10:24an de ji Çanakkaleyê ji bo çalakiyeke tamîrê ya plankirî li Zagreb a Xirwatistanê derketin rê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin:

"Ji ber şert û mercên meteorolojîk, du balafir şev li Balafirgeha Croatia Rejika man, û piştî ku îro (Pêncşem, 13ê Mijdara 2025an) saet 17:38an bi dema Tirkiyeyê ber bi Balafirgeha Zagrebê ve rabûn, ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş vegeriyan Balafirgeha Rejika."

Di rêya vegerê de, yek ji balafirên me li Balafirgeha Rejikayê daket, lê têkiliya radyoyê bi balafira din re di saet 18:25an de bi dema Tirkiyê qut bû." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.