Balafirên Emrîkayê li Yemenê xistin

Balafirên Emrîkayê li Yemenê xistin

Hêzên Emrîkayê, êrîşî Sanaya paytexta Yemenê ku di bin kontrola Ensarullahê de ye kirin.

Ev êrîşa ku hat lidarxistin çend seat paşê li ser êrîşa ku li wîlayeta Hudeydeyê hat lidarxistin hat kirin.

Hat îfadekirin ku di vê êrîşê de herêma El-Araca li navçeya Bacilê hatîye hedefgirtin.

Berîya vê êrîşê jî di 15ê Adarê de balafirên herbê yên Emrîka û Îngilistanê êrîşê Sana û Saadayê kiribûn.

Di wê êrîşê de herî kêm 30 kes şehîd bûbûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Emrîkayê, destnîşan kir ku ew van êrîşên ji ber ku Ensarullah li Behra Sor li dijî keştîyên wan operasyonan li dar dixin pêk anîtine. Encax Ensarullah dibêje ku ew jî van operasyonan ji ber êrîşên Emrîkayê pêk tînin, yanê heta ku Emrîka êrîş neke ew operasyon li dar naxin û artêşa Yemenê jî yekbûnîya axên Yemenê diparêze.

Ji 17ê Cotmeha 2023yan vir ve bi armanca dawîkirina qirkirin û êrîşên li dijî Xezzeyê yên rejima sîyonîst, baregehên Emrîkayê yên li Iraq û Sûrîyeyê bi ÎHA, fuze û roketan tên hedefgirtin.

Komên berxwedana Îslamî yên li herêmê, bi taybetî jî komên li Îraq, Sûrîye û Yemenê ji Washingtonê re piştî desteka wî ya ji rejima îşxalker re hişyarî dabûn ku ew ê baregehên wî yên li herêmê bên hedefgirtin.

Serokê berê yê Emrîkayê Joe Biden, di sala 2021an de bi armanca hêsankirina mizakereyên aştîyê ya Yemenê Tevgera Ensarullahê ji lîsteya terorê bê derxistin emir dabû. Encax piştî êrîşên rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê komên berxwedanê alîyê Xezzeyê girtin û Emrîkayê jî piştgirîya rejima sîyonîst kir, ev biryar nehat bicîhanîtin.

Bireveberîya Serokê Emrîkayê Donald Trump jî biryar da ku Ensarullahê ji nû ve bikin nav lîsteya “rêxistinên terorê biyanî”. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.