Barzanî, bi Çavuşoglu re axivî: Ji bo alîkarîyê em amade ne

Barzanî, bi Çavuşoglu re axivî: Ji bo alîkarîyê em amade ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye Mevlut Çavuşoglu re li ser telefonê hevdîtinek kir, Barzanî îfade kir ku Herêma Kurdistanê di bûyera erdhejê de ji bona ku ji Tirkîyeyê re alîkarîyê bike amade ye.

Di encama erdhejên ku li navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat de hejmarê mirîyan derket 4 hezar û 544 kesan. 26 hezar û 286 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, di hevdîtina xwe ya ku li ser telefonê bi Çavuşoglu re kir de, ji kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane re şîna xwe şîyand. Ji bo birîndaran jî şîfa lezgîn daxwaz kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji hikumetê hat dayîn, Barzanî weha destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê ji bo mexdurên erdhejê alîkarîyê bike amade ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye Mevlut Çavuşoglu jî ji bo alîkarîya Herêma Kurdistanê û daxwazîyên wan sipasîyên xwe şîyand. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.