Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê Helebceyê de peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê Helebceyê de peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weha got, “Em ê ti dem şehîdên Helebceyê û qirkirina ku li dijî xelkê Kurdistanê hatîye kirin bîrva nekin.”

Serokwezîr Barzanî, bi minasebeta salvegera 36emîn a Qetlîama Helebceyê de peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha got, “Em di salvegera 26emîn a Qetlîam û êrîşa kîmyewî ya li dijî Helebceyê de, şehîdên mesum ên bajarê Kurdistana ezîz ku qurbanê bêdengîya civaka navneteweyî û wehşeta rejîma Iraqa berê bûne bi şanazî yad dikin. Bingeha armanca vê sûcê û sûcên dinê yên ku rejîmên Iraqê li dijî xelkê Kurd bi kar anîtine, qirkirina xelkê Kurd û tunekirina nasnameya Kurdan e. Divê em van sûcan bîrva nekin. Gerek ev, me ji parastina mafên xwe yên netewî û binyata Herêma Kurdistanê re teşwîq bikin.”

Mesrûr Barzanî îfade kir ku Hikumetên Iraqê yên ku piştî rejîma berê hatine desthilatdarîyê, ji malbatên şehîdên Helebce, Enfal û qurbanên sucên dinê re ne hazir e ku tezmînatê bide, ji ber vê yekê ew ji vê tiştê gelek xemgîn û endîşedar in, “Ev, mafekî meşrû û makeqanûnî ya xelkê Kurdistanê ye. (Hikumeta Iraqê) ji bona ku Helebce bibe bajêr jî ne amade ye. Em ê ti dem qirkirina ku li şehîdên Helebceyê û li dijî xelkê Kurdistanê hatine lidarxistin bîrva nekin. Bila rihê hemû şehîdên Helebce û hemû Kurdistanê şad bibe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.