Barzanî û Kazimî êrîşa ku li Hewlêrê hat kirin gotûbêj kirin

Barzanî û Kazimî êrîşa ku li Hewlêrê hat kirin gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êrişa ku doh êvarî li Hewlêrê hat kirin gotûbêj kirin.

Şeva borî di seat 21:35an de hinek kesên nasnameyên wan nediyar bi droneke bombekirî êrişî Hewlêra paytexta Kurdistanê kirin û di êrîşê balyozxaneya Amerîka hedef girtin.

Piştî wê êrîşê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî û ragihand, ev êriş nîşan dide ku çawa hinek girup hene rijd in li ser xerakirinê û li ser dijayetiya dewletê.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di pêwendiya telefonî de Mistefa Kazimî ragihandiye, hikûmeta Iraqê hemû cûre bizadandina welatiyan û destdirêjiya ser yasa û dewletê red dike û hikûmeta Iraqê tekezî li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo derxistina aliyên ku dixwazin seqamgîriyê têk bibin.

Li ser vê mijarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ê Hewlêr û Bexdayê ji bo seqamgîrî û bihêzkirina asayîşê kiriye.

Herdu aliyan di pêwendiya telefonî de diyar kirin ku armanca vê êrîşa ser Hewlêrê ziyangihandina vê hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û alozkirina rewşê ye.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler