Bazara heywanan a Diyarbekirê hat vekirin

Bazara heywanan a Diyarbekirê hat vekirin

Bazara ajalan a Dîyarbekirê ku ji ber nexweşiya şobê ya di ajalan de, nêzîkî çar mehan ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve hatibû girtin, îro vebû.

Bazara heywanan a Dîyarbekirê, ku ji 1ê Tîrmehê ve ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve ji ber nexweşiya şobê ya di dewaran de hatibû girtin, îro piştî nirxandin û tedbîrên hatine girtin ji nû ve hate vekirin.

Ji ber bûyerên nexweşiya şobê yên li seranserê Tirkiyeyê hatine ragihandin, Wezareta Çandinî û Daristanan bazarên ajalên zindî li seranserê Tirkiyeyê demkî girt û ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiyê sînordarkirin li ser tevgera ajalan danî. Bazara ajalan a Dîyarbekirê jî di çarçoveya vê biryarê de hate girtin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.