Berdevkê HUDA PARê: Armanca me ew e ku em alîkariya zarokan bikin ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibin
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli destnîşan kir ku armanca kampanyaya "Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim" a partiya wî ew e ku hemû xwendekar, çi zimanê wan ê dayikê Kurdî be çi Tirkî, zimanên xwe hîn bibin.
Rêze panelên ku bi slogana "Zimanê Xwe Dibijêrim / Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim" hatine ragihandin, ew ê roja Şemiyê (31ê Çile) saet 6:30ê êvarê li Hola Konferansê ya Mala Mamosteyan a li navçeya Yenîşehîr a Dîyarbekirê dest pê bikin.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li ser mijarê bi nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ku îsal cara sêyemîn e ku kampanya tê meşandin.
Ramanli bi vê vîdeoyê weha axivî:
(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.