Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli: Em bi xûşk û birayên xwe yên Kurd ên ku demên zor derbas dikin re ne
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, ji bo gelê Heseke, Kobanî û Qamişli ku ji ber pevçûnên li Sûrîyeyê rojên zor û zehmet derbas dikin daxuyanîyek piştgirîyê parve kir, Wî hemî gelan dawetî Qada Gulistanê kir.
Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de balan li ser gelê mezlûm ên ku li bakur-rojavaya Sûrîyeyê dijîn kişand.
“Em li cem xûşk û birayên xwe ne”
Ramanli, destnîşan kir ku ew ji mexdûrîyeta ku li alîyê dinê yê sînor diqewime re bêdeng namînin û bi xûşk û birayên xwe yên Kurd re di nav piştrgirîyê de ne. Ramanli di daxuyanîya xwe de balan li ser biratîyê kişand û weha got, “Em li cem xûşk û birayên xwe yên Kurd ên ku li Kobanê, Qamişli û Heseke yên ku rojên zor û zehmet derbas dikin in.”
“Roj roja xîretê ye”
Ramanli di daxuyanîya xwe de bi Kurdî bang kir û xwest ku bila rihê yekîtî û bihevrebûnîyê pêşkêşî sehayê were kirin. Dûre hemî gelan dawetî bernameya piştgirîyê ya ku ew ê li Qada Gulistanê ya Êlihê were lidarxistin kir. Serkan Ramanli ku got “Roj Roja Xîretê ye”, îfade kir ku bername ew ê îro di saet 13.00an de were lidarxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.