Berfê rêyan li 6 bajaran asteng kir: 89 rêyên wargehan hatin girtin
Ji ber berf û bagera zêde rêyên bi tevahî 89 wargehên li şeş bajaran girtine. Ekîban hewlên xwe ji bo vekirina rêyên girtî didomînin.
Li Erziromê ji ber berfa zêde û bagerê rêyên 52 taxên gundan hatine girtin. Ekîbên Şaredarîya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirine.
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, li Erdexanê li 17 rêyên gundan û li Qersê li 4 rêyên gundan veguhestin asteng bûye. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li ser van rêyên gundan xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Li Wanê, berf û bagerê rêyên du tax û neh gundan girtine. Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina 11 rêyên ku ji bo trafîkê hatibûn girtin, hewldanên xwe didomînin.
Ji ber berfa zêde ya ku di rojên dawî de li Bedlîsê zêde bûye, niha çûnûhatina rêyên çar gundan ne mimkin e. Ekîbên rê û şaredariyê xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.