Bi hezaran aktîvîst ji bo “Meşa Xezzeyê ya Girseyî” wê ji Qahîreyê bimeşin sînorê Xezzeyê

Bi hezaran aktîvîst ji bo “Meşa Xezzeyê ya Girseyî” wê ji Qahîreyê bimeşin sînorê Xezzeyê

Bi hezaran aktîvîstên navneteweyî ku dixwazin li alîyê Misirê ya Derîyê Sînora Refahê xwepêşandanek li dar bixin, ew ê ji bo “Meşa Xezzeyê ya Girseryî” li Qahîreya paytexta Misirê bicivin û bimeşin sînora Xezzeyê.

Derîyên sînorê ji 2ê Adarê vir ve girtîne, Xezzeya ku di bin dorpêçê de ye bi birçîbûnî, xela û tinebûyê re micadeleyê dide.

Rejima sîyonîst jî qetlîamên xwe didomîne, êrîşa xwe ya bejahîyê jî berfirehtir kirîye.

Bi hezaran aktîvîst, sazîyên civaka sîvîl, dîplomat û sazîyên alîkarîya însanî yên ji 32 welatan, di nav koordînasyonê de plan dikin ku di 15ê Hezîranê de li Derîyê Sînora Refahê xwepêşandanek li dar bixin.

Aktîvîstan hedef dikin ku di 12ê Hezîranê de li Qahîreyê bicivin, di 13ê Hezîranê de biçin bajara Arîşa ku li sînora Xezzeyê ye û ji li vê deêr jî meşeke 50 kîlometreyî ku ew ê jî 3 roj bidome lidrbixin û bighêjin Derîyê Sînora Refahê.

Koalîsyona ser a ku xwepêşandanê organîze dike, destnîşan kir ku piştgirîya ji doza Filistînê re tê dayîn di raya giştî de roj bi roj qewettir dibe. Ji gelek welatên Ewrûpa, Bakur û Başûrê Emrîkayê, Erep û Asyayê jî temsîlkarên wan hene.

Serokê Teşebûsa Cezayîrê ya ji bo Alîkarîya Xezzeyê û Zefera Filistînê Yahya Sarî, destnîşan kir ku konvoya bi navê “Qefîleya Biryarîyê” ber bi alîyê Tunusê ve birê ketîye, ji li vê derê jî tevlî konvoya Tunusê bibe û sûre jî biçe Lîbya û Misirê.

Sarî, îfade kir ku konvoy wesfa konvoya însanî digre û bi tevî însanên azad ji bona ku dorpêça li dijî Xezzeyê bê rakirin dengê xwe bilind dikin. Sarî got, “Konvoy, tevlî tevgera alîkarîya însanî ya navneteweyî ku ji alîyê bejahî, hewa û behrê ve hatîye destpêkirin dibe.”

Sarî bang li gelê Xezzeyê jî kir û got, “Em dibêjin ku hûn tenê nînin. Em bi êş û janên we bi we re ne. Ji bona ku dengê we ji cîhanê re bidin bihîstandin tiştê ku em dikarin bikin ev e.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.