Bihayê mînibusên di nava Çinar-Diyarbekirê bû 80 lîre
Bi biryara Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, heqê rêya Çinar û Diyarbekirê bû 80 lîre.
Bi biryara Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya di 09.03.2026an de û bi hejmara 50yî, heqê rêya Çinar û Diyarbekirê hat zêdekirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat dayîn; heqê mînibusa Çinar û Diyarbekirê ji 60 lîreyî derket 80 lîreyî.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.