Biryara nû ya Doza Narîn Guran: 17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hate birîn
Di doza Narîn Guran a 8 salî de, ku li Dîyarbekirê hatibû kuştin, Nevzat Bahtiyar, ku piştî betalkirina biryara berê ya Dadgeha Bilind ji nû ve hatibû darizandin, bi sûcê "alîkarîkirin û hewîkarîkirina kuştina bi zanebûn a girankirî" 17 sal ceza hat dayîn
Di doza kuştina Narîn Guran a 8 salî de, ku 19 roj piştî windabûna wê li Dîyarbekirê cenazeyê wê yê bêcan hatibû dîtin, geşedanek nû derket holê.
Nevzat Bahtiyar, ku berê bi sûcê "tunekirin, veşartin an guhertina delîlên sûc" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî betalkirina biryara berê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, ji nû ve hate darizandin.
Di doza ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin de, heyeta dadgehê kiryarên Bahtiyar wekî "alîkarîkirin û hewîkirina kuştina bi zanebûn a girankirî" nirxand û 17 sal cezayê girtîgehê da bersûc.
Doz derket holê dema ku Narîn Guran, ku di 21ê Tebaxa 2024an de li taxa Tavşantepe ya navçeya navendî ya Rezanê winda bûbû, di 8ê Îlona 2024an de li Çemê Egertutmazê mirî hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de, diya wê Yûksel Guran, birayê wê yê mezin Enes Guran û apê wê Salim Guran bi sûcê "bi hev re kuştina bi zanebûn a zarokekî" cezayê muebbetê yê girankirî lê hat birîn.
Cezayê 4 sal û 6 meh zîndanê ku di darizandina destpêkê de ji Nevzat Bahtiyar re hatibû dayîn, ji aliyê Daîreya Ceza ya 1emîn a Dadgeha Bilind a Îstînafê ve bi hinceta ku cewherê sûc divê ji nû ve were nirxandin, hate betalkirin. Dadgeha bilind biryar da ku kiryarên Bahtiyar divê wekî "alîkarîkirin û hewîkirina kuştina bi zanebûn" werin hesibandin.
Di ji nû ve darizandinê de, dadgehê, li ser vê nirxandinê, 17 sal cezayê girtîgehê da Bahtiyar. Ji bilî alî û parêzerên wan, di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de hejmareke mezin ji mirovan beşdarî danişînê bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.