Biryara Xezzeyê ya Meclîsê di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Biryara Xezzeyê ya Meclîsê di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Biryara ku ji teref Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkîyeyê ve hatiye qebûlkirin û îşxalkirina Xezzeyê ji teref rejîma siyonîst ve, polîtîkayên wê yên qirkirinê û hewldanên wê yên îlhaqkirinê şermezar dike, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

"Biryara li ser Berfirehkirina Îşxala îsraîlê li Xezzeyê û Qirkirina li ser Gelê Filistînê" ku ji teref Meclîsa Giştî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkîyeyê ve hatiye qebûlkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di biryarê de bal li ser polîtîkayên rejîma sîyonîst ên bi dehan salan ên îşxalkerî, wêranî û îlhaqkirinê di du salên dawî de, bi taybetî li Xezzeyê, veguheriye qirkirinê hat kişandin.

Di metnê de hat gotin ku rejîma sîyonîst birçîbûn û xelayê wekî çek bi kar aniye û bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan û rêveberiya Netanyahu bi zanebûn gelê Xezzeyê mehkûmî birçîbûnê kirîye. Hat destnîşankirin ku di du salên dawî de nêzîkî 70 hezar Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd bûne û zêdetirî 150 hezar kes jî birîndar bûne.

Di biryarnameyê de hat destnîşankirin ku wargehên neqanûnî li El Xelîl û Şerîaya Rojavayê zêde bûne û tundûtûjiya li dijî Filistîniyan zêde bûye û hat gotin, "Divê civaka navneteweyî zextê li îsraîlê bike ku agirbestek daîmî qebûl bike û piştrast bike ku alîkariya mirovî ya bênavber ji Xezzeyê re were şandin."

Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkîyeyê her wiha ji parlamentoyên cîhanê xwest ku têkiliyên leşkerî û bazirganî yên bi rejîma sîyonîst re qut bikin, endametîya wê di NY û rêxistinên navneteweyî de rawestînin û piştgiriyê bidin gelê Filistînê. Her wiha diyar kir ku divê êrîşên li ser Mescîda Eqsayê û cihên dinê yên pîroz bi lez û bez werin rawestandin.

Di biryarnameya Meclîsê de hat dubarekirin ku avakirina Dewleta Filistînê ya serbixwe û serwer li ser bingeha sînorên 1967an tenê çareseriya mayînde ye û ev bang hat dubarekirin: "Em hemû dewletên ku Filistînê nas nakin dawetî naskirinê dikin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.