Boyqot şîrketên alîgirê îşxalkeran ber bi îflasê ve dibe
Ji ber boykotkirina cîhanî ya li dijî berhem û şîrketên rejîma îşxalker ên ku piştgiriyê didin îşxalê, gelek şîrketan karên xwe kêm kirine.
Şîrketa xwarinê Nestle ya navenda wê li Swîsreyê, piştî pêla boyqotê ya li ser parên wê di şîrketa "Osem" a rejîma îşxalker de, ragihand ku ew ê 16.000 karmendên xwe li çaraliyê cîhanê ji kar derxîne.
Nestle xwedîyê zêdetirî nîvê hîsseyên Osemê ku yek ji mezintirîn şîrketên xwarinê yên rejîma îşxalker e ye.
Qirkirina li Xezzeyê ya du salan dewam kir û qurbaniyên giran ên sivîlan ên ku di vê heyamê de çêbûne, bûne sedema kampanyayên boyqotê yên berfireh li dijî berhemên ji îşxalkeran hatine li Ewropa, Emrîka û herêmên din.
Boyqota gerdûnî ya ku hatibû destpêkirin digihîje armanca xwe. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.